Di navbera hikûmeta Şamê û çeteyên Tirk de şer qewimî

Li Idlibê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Tirk de şer derket. Hate ragihandin ku di şer de ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.

Li eniya El-Fitîra ya çiyayê Zawiya ya başûrê Idlibê, şerekî giran di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, rû da. Hate ragihandin ku di encamê de kuştî û birîndarên herdu aliyan hene.

Her wiha çeteyên Tirk bi topên giran cih û nuqteyên hêzên hikûmetê li bajarokên Kefroma û Has li başûrê Idlibê, topbaran kirin. Di encamê de nuqteyek leşkerî ya hêzên hikûmetê ku çekên giran têde hebûn, hate rûxandin.

Li aliyê din jî, dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 20 wesayîteyên Tirk derbasî gundewarên Idlibê bûn.