Dagirkeran rêya M4 û Eyn Îsa bombebaran kirin: 2 sivîl birîndar bûn

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de ya li ser rêya navneteweyî ya M4 û navçeya Eyn Îsayê, 2 sivîl birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe, bi çekên giran bombe li navçeya Eyn Îsa û rêya M4 barand. Ji ber bombardûmanê 2 sivîl bi giranî birîndar bûn.

Têkildarî bombebaranê hê agahiyên berfireh bi dest neketine.