Hejmara birîndarên li Eyn Îsayê bû 3 kes

Hejmara mirovên ku ji ber bombardûmana dewleta Tirk a li ser navçeya Eyn Îsayê birîndar bûn bû 3 kes. Yek ji birîndaran zarokekî 3 salî ye.

Ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Eyn Îsa û rêya bejahî ya M4 a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 3 kes birîndar bûn ku yek ji wan zarok e.

Sivîlên birîndar bûne navê wan wiha ye: Mihêdin Hacî (35), Mehmud Zêd Zêdan (3) û Minhel Ehmed El Ebîd (22).