HRE'yê derba giran lê da: 9 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di navbera 11 û 18'ê Mijdarê de li Efrînê derbên giran li dagirkeran dan. Hate ragihandin ku 9 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di navbera 11 û 18'ê Mijdarê de li Efrînê derbên giran li dagirkeran dan. Hate ragihandin ku 9 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê li ser çalakiyên dema dawî yên li dijî dagirkerên dewleta Tirk agahî parve kir.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Li hemberî qirkirin û asîmîlasyona ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê me yê Efrînê ferz dike, çalakiyên me yên tolhildanê dewam dikin."
Li ser 3 çalakiyên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatin lidarxistin wiha hate gotin:
"Roja 11'ê Mijdarê li gundê Erebwêran ê navçeya Şera hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Roja 12'ê Mijdarê li gundê Erendê yê navçeya Şiyê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Roja 18'ê Mijdarê li herêma Efrînê hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 5 çete hatin kuştin. Wesayitek hat îmhakirin."
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê li hemberî dagirkeran çalakiyên HRE'yê yên tolhildanê bênavber dewam bikin.