Çalakiya dayikên gerîla kete hefteya 10’an

Dayikên gerîla di hefteya 10’ê a çalakiya xwede dagirkeriya dewleta Tirk û sewqiyata leşkerî ya PDK’ê ya li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Çalakiya heftane ya dayikên gerîla û şehîdan, di hefteya 10`emîn de dewam dike. Dakiyan îro jî daxuyaniyek da.

Dayikan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên zarokên xwe yên di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de, rakirin.

Xwişka gerîla Zinarîn Rosîda Botan û dayika du gerîlayan Rodîn Îsa li Parka Giştî ya bajarê Qamişloyê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em kiryar û planên PDK`ê û AKP`ê yên li dijî herêmên Kurdistanê bi ti awayî qebûl nakin. Wê gelê Kurd û gerîlayên azadiyê heta rizgarkirina her çar parçeyên Kurdistanê, têkoşîna xwe bidomînin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wek dayikên gerîlayan ew soz didin zarokên xwe yên şoreşger ku ew ê li ser şopa wan bin û çi ji wan bê xwestin ew amade ne, pêk bînin.

Her wiha dayika bi navê Mîrhat Anaroj û Zinarîn Welat, Eqlîma Hisên diyar kir ku ew êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û got: “Em piştgiriya gerîlayên xwe dikin. Dewleta dagirker dibêje me hêzên xwe xistine Başûrê Kurdistanê û em ê gerîla dorpêç bikin. Bila ti carî nefikire ku ew dikare me û zarokên me ji hev qut bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de dayikan got heta pêkanîna armancên xwe û qewitandina dagirkeran ji xaka xwe, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.