Cenazeyê şehîd Silêman li Qamişloyê bi merasîmekê spartin axê

Bi merasîmeke li Qamişloyê cenazeyê Hesen Silêman ê di êrîşa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê şehîd bûbû li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê.

Cenazeyê Hesen Silêman ê sivîl 8'ê Mijdara 2020'an di êrîşa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê spartin axê.

Kerwanê cenaze dema gihişt goristanê bi diruşme û tilîliyên dayikan hate pêşwazîkirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

Hiso piştgiriya xelkê Rojava bi Şengalê re diyar kir û got: "Dilê me bi Şengalê û parçeyên din ên Kurdistanê re ye."

Hiso bal kişand ser peymana li ser Şengalê ya di navbera PDK û hikumeta Iraqê de hatiye îmzekirin û got: "Peyman ne mirovî û ne exlaqî ye."

Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Hêza kurdan bi berxwedan û xwîna şehîdan zêdetir dibe. Em ê xeta şehîdan bişopînin heta ku mafên xwe vegerînin. Dîroka kurdan bi têkoşîn û şehadetê ya ji bo azadiyê tijî ye, cîhan tevde şehîdê vê yekê ye."

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdê sivîl Hesen Silêman xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd di nava diruşme "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hate veşartin.