QSD: Li Dêra Zorê 5 çete hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li gundên El Herce û El Ezbayê yên Dêra Zorê di operasyonê de 5 çete hatine girtin û cebilxaneya çeteyan hatiye desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên taybet li gel hêzên koalîsyona navneteweyî li gundên El Herce û El Ezba yên Dêra Zorê operasyon kirine. Li gorî daxuyaniyê di encama operasyonê de 5 çete hatine girtin, cebilxane û teqemeniyên çeteyan hatine desteserkirin.