Dewleta Tirk li Efrînê 3 sivîl revandin
Dewleta Tirk li navçeya Mabata ya Efrînê ku ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya wê de ye 3 sivîlên din revandin.
Dewleta Tirk li navçeya Mabata ya Efrînê ku ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya wê de ye 3 sivîlên din revandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî hatin girtin, çeteyên navê "Polîsên leşkerî" li xwe dikin yên girêdayî artêşa Tirk adagirker li navçeya Mabatayê 3 sivîl revandin.
Çavkaniyan gotin, sivîl bi tewana ku berê têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn hatin revandi û li beramberî berdana her sivîlekî 2 hezar dolar ji malbatên wan xwestin.
Li gorî çavkaniyan navên sivîlên hatine revandin ev in: Hemûdê Hisên (44), Zuhêr Mistefa Şaibo (36) û Zuhêr Henan Elîko.
Efrîn û herêma wê ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Li herêmê bi sîstematîk sûcên dij mirovahiyê tên kirin, mal û zeviyên welatiyan tên dizîn, talankirin. Li herêmên dagirkirî ‘rejîmekî terorê’ tê avakirin. Rojane sivîl li herêmê tên revandin.