Şera, Şehba û Til Rifat hatin bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Şera ya Efrîn, herêma Şehba û Til Rifat bombe kirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, dewleta Tirk li gorî saeta herêmî saet derdorî 21:30’î gundên Alqemiyê û Meranaz ên Şerayê bi obusan bombe kirin. Nêzî 40 obus li herêmê ketin.

Berî saetekê jî li navçeya Til Rifat a Şehbayê hate bombekirin.

Berî navçeya Til Rifat saet derdorî 18:00’an gundê Eyn Deqnê û Bêlûniyê ya Şehbayê hatin bombekirin. Heman gund şeva Pêncşemê jî hatibûn bombekirin.