Li Eyn Îsayê serçeteyek hate kuştin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh êriş bir ser bakurê Eyn Îsayê û şervanên QSD'ê jî bersiv dan êrişê. Di şer de serçeteyê bi navê Îsmaîl Eydo hate kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh êriş bir ser bakurê Eyn Îsayê û şervanên QSD'ê jî bersiv dan êrişê. Di şer de serçeteyê bi navê Îsmaîl Eydo hate kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh bi şev saet di 00:00 de li bakurê Eyn Îsayê êrişeke giran birin ser gundên Malikiye, rêya M4, bajarê Eyn Îsa û gundên Hoşanê. Di şerê navbera şervanên QSD'ê û çeteyan de serçeteyê bi navê Îsmaîl Eydo hate ukştin.
Serçete Îsmaîl Eydo ku di dema êrişê de serkêşî ji çeteyan re dikir, li gundê Malikiyeyê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate kuştin. Eydo beriya niha di nava çeteyên DAÎŞ'ê de bû.