YAT’ê 4 kesên têkiliya wan bi DAÎŞ'ê û rejîma Sûriyeyê re hebûn girtin

YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyona 19’ê Mijdarê ya YAT’ê ya li Hesekê de 4 kesên ku têkiliya wan bi çeteyên DAÎŞ’ê û rejîma Sûriyeyê re hebûn hatine girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser operasyonê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

Li roja 19’ê Mijdarê Yekîneyên Antî Teror (YAT) li rojavayê herêma Hesekê operasyonek lidar xistin. Di vê operasyonê de 4 kes hatin girtin. Navê kesên hatine girtin wiha ne:

Hatem Salih El Kreis ( Endamê şaneyek veşartî ya rejîma Sûriyê ye û têkiliya wî bi DAÎŞ’ê re heye)

Ehmed Mihemed El Kreis (Endamê şaneyek veşartî ya rejîma Sûriyê ye)

Uday Salih El Kreis

Samî Mihemed El Kreis

Herwiha di vê operasyonê de miqdarek cebilxane û amûrên teknîkî jî hatin desteserkirin.”