3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li nêzî sînorê Iraqê 3 çeteyên DAÎŞ’ê yên çek û teqemenî li gel girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ku daxuyaniyek da, ragihand ku di operasyonek hevpar a li gel hêzên koalîsyona navneteweyî ya navbera 20-22’yê Mijdarê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin de, 3 çete girtine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên taybet ên me di navbera 20-22’yê Mijdarê de li gel hêzên koalîsyona navneteweyî li dijî şaneyên DAÎŞ’ê operasyonek hevpar kirin.

20’Ê MIJDAR

20’ê Mijdarê li rojhilatê Dêra Zorê di operasyona hate lidarxistin de 2 çete hatin girtin û di operasyonê de şaneya sabotajê hate rûxandin.

22’YÊ MIJDARÊ

Li rojhilatê Şedadê 22’yê Mijdarê li herêma nêzî sînorê Iraqê di operasyona hate kirin de çeteyekî ku çek û bombe li sînor re derbas dikir hate girtin.