Li 4 bajarên Bakurê Sûriyeyê qedexeya derketina derve

Rêveberiya Xweser li gorî pêşniyara Maseya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 10 rojan qedexeya derketina derve li Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê ragihand.

Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryara hejmara 198'an, li Hesekê, Qamişlo, Tebqa û Reqa qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexe ji 26'ê Mijarê heta 5'ê Kanûnê wê dom bike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê li herêmên Hesekê, Qamişlo, Tebqa û Reqayê wê ji 26’ê Mijdarê hetanî 5’ê Kanûnê qedexeya derketina derve bê pêkanîn.

Di dema qedexeyê de li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser tevahî dibistan, zanîngeh û baxçeyên zarokan wê girtî bin.

Di çarçoveya qedexeyê de tevahî sazî û daîreyên giştî yên li herêmên qedexekirî têne girtin, tenê daîreyên xizmetguzariyê vekirî dimînin.

Li herêman wê nexweşxane û firin ji derveyî qedexeyê bin.