Greva birçîbûnê ya li Kobanê li dijî tecrîdê di roja 4’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan hatibû destpêkirin di roja 4’an de didome.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dabû destpêkirin di roja 41’an de didome.

Li konê grevê ya li Qada Şehîd Egîd a navenda bajar hatiye danîn bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star hatiye xemilandin û pankartên silavkirina berxwedana zindanan, hatine xemilandin.

Sazî û navendên sivîl ên bajêr rojane serdana çalakvanên greva birçîbûnê dikin. Îro jî Desteya Tenduristiyê, Meclîsa Navçeya Kobanê û Meclîsa Kantona Kobanê serdana konê çalakiyê kirin.

Piştî ku şande gihaştin konê çalakiyê, cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û îşaret bi girîngiya hevgirtina li dijî siyasetên dijberî doza kurdî kir.

Ferhan Kobanê diyar kir ku bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li dijî faşîzma Tirkiyê li ber xwe dide, gelê Kurd fêrî feraseta berxwedanê û avakirina Kurdistanê bûn