Hêzên navnetewî û herêmî yên li qada Sûriyê ji rojên pêşî yên sala 2021'an û vir ve, gavên ku pê hev sehd dikin zêdetir kirin.
Hemû hêzên leşkerî, îstîxbarî, propaganda û operasyonên têgihiştinê zêde kirin, di serê van hêzan de dewleta Tirk a dagirker û Rûsya tên.
Dewleta Tirk li aliyekî di serî de Eyn Îsa, êrîşên xwe yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Şehbayê zêdetir dike, li aliyê dî jî hêzan bi ser Idlibê de dibe.
Rûsya jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li dijî Rêveberiya Xweser weke amûra zextê bi kar tîne, bersivê dide, li Idlibê jî li dijî bicihikirina hêzê ya dewleta Tirk bi bombeyan bersivê dide.
Hikûmeta Sûriyê û hêzên paramîlîter ên bi ser wê ve jî li Qamişlo provakasyonan dikin, DAÎŞ û komên din ên çete yên mîna Hurras El Dîn li herêmên cihê yên Sûriyê êrîşan tîne.
Dewleta Tirk li gel peymana piştî 9'ê Cotmeha 2019'an a Girê Spî û Serêkaniyê ya 17'ê Cotmeha 2019'an û ya peymana Soçiyê ya 22'yê 2019'an a Cotmehê ya bi Rûsyayê re jî êrîşên xwe didomîne.
Ev mehek û nîv e ku êrîşên xwe li ser Eyn Îsa ya bi giringiya stratejîk zêde kiriye ku herêmên Kobanê-Reqa, Kobanê-Cizirê û Minbic-Cizîrê bi hev ve girêdide.
Rûsya êrîşên Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser weke amûra zextê bi kar tîne, ferz dike ku Eyn Îsa bi dest rejîma Şamê ve were berdan. Dema ku ev ferzkirina Rûsyayê nehate qebûlkirin êrîşên dewleta Tirk domdar bûn.
Rêveberiya Xweser diyar dike, Rûsya ji bo ku hemû Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi dest kontrola rejîmê ve berde Eyn Îsa weke 'herêma pîlot' hilbijartiye û heke di vê de bi ser bikeve, wê vê ferzkirinê li ser hemû herêmê jî bike û van ferzkirinan qebûl nake.
Piştî ferzkirina Rûsya, piştî ku Rêveberiya Xweser hemû ferzkirin red kir û berxwedana QSD'ê ya li dijî êrîşên dagirker 10'ê Kanûna 2020'an rayedarên leşkerî yên Rûsya, QSD û hikûmeta Şamê li Eyn Îsayê civînek kirin.
Piştî civînê ji bo çavdêrî li agirbestê kirin li Eyn Îsa (2 jê li rojava, yek jê li rojhilatê bajêr) 3 niqteyên hevpar ên çavdêr hatin danîn.
Piştî ku cihên kontrolê hatin danîn polîsên leşkerî yên Rûs, li Şegirakê ya li nêzî Eyn Îsa bi rayedarên Tirk re rûniştin û bi vê re êrîş zêdetir bûn.
Hevlayenî gava Rûsyayê li başûrê Eyn Îsa li nehyeya Til Semen (di navbeyna Eyn Îsa û Reqayê de) du baregeh danî û vê bal kişand.e
Baregehên ku Rûsya li başûrê Eyn Îsa danî û hevlayenî vê bi bayê bezê valakirina cihên çavdêr ên dewleta Tirk ku li Idlibê di nav xelekê de mane, pirsa, ''Gelo li Eyn Îsa senaryoya Efrînê dubare dibe?'' bi xwe re anî.
Ji ber ku bi êrîşên Tirk ên ser Eyn Îsayê re, Rûsyayê jî Cebel Zawiye ya başûrê Idlibê (bakurê Lazkiyê) û herêma Seyh El Gab bombe kir.
Herêma navborî, li gorî agirbesta Moskoayê ku 5'ê Adara 2020'an di navbeyna Rûsya û dewleta Tirk de hatiye danîn diviya bi dest hikûmeta Sûriyê ve bihate berdan û li vir rêya M4'ê bihata vekirin.
Lê dewleta Tirk ev şertê ku bi agirbesta Moskowayê qebûl kirî bi cih neanî û li ser vê Rûsyayê beriya bi 2 mehan ragihandibû ku dewriyeyên hevpar bi temamî sekinandine.
Li hêlekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa û bombekirniên Rûsya yên li ser Cebel Zawiye û Seyh El Gab didome, hin kanên hikûmeta Sûriyê, dinivisin ku senaryoya Efrînê ji bo van herêman jî hatiye sazkarkirin.
Li aliyekî ku li Eyn Îsa û Idlibê rewş ev e, heftiya bihurî 'êrîşeke watedar' ku hedef, faîl û dema wê diyar, pêk hat.
Êrîşeke bombeyî çû ser barega Rûsya ya di navbeyna Eyn Îsa û Reqayê de ya li Til Semenê.
Êrîş her çendî ne pir giran be jî ê ku êrîş anî balkêş bû. Rêxistina Hurras El Dîn êrîş li xwe girt, ku ev rêxistin li Cebel Zawiye û Seyh El Gav rêxistina serwer e ku Rûsya van herêman bombe dike.
Hurras El Dîn ku Heyet Tahrîr El Şamê jî reformîst dibîne û sonda dilsozbûna El Qaîde xwariye, bi vê êrîşa xwe re cara pêşî ye ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyê çalakiyekê organîze dike.
Ev êrîşa çeteya Hurras El Dîn ku beriya niha li Idlibê dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk kirî hedef, dema ku mirov cih û dema wê hesab bike, ji çalakiyekê bêhtir weke çalakiyeke bi ''peyama îstîxbarî'' tê şîrovekirin.
Bi vê êrîşê re kê peyam daye kê, kê peyam çi qas fêhm kiriye yan na, ev spekulasyon didomin li aliyê dî dewleta Tirk dîsa giranî da ser Idlibê.
Dewleat Tirk giranî da sewqiyata leşkerî ya li ser Idlibê, bêhtir jî da ser rêya M4'yê ango da ser herêma bi kontrala Hurras El Dîn, ku ev jî balê dikişîne.
Artêşa Tirk li rêya M4'ê ya başûrê Idlibê cihên nobetê ava dike û li van cihan jî endamên komên çete yên nêzî xwe bi cih dike.
Hin şîrovekar dibêjin dewleta Tirk bi van barûyên hewl dida Rûsya ji bo dewriyeya hevpar a li gel Rûsya qanihbike, hin jî dibêjin dewleta Tirk sînorekî diyar bike li ser operasyoneke pêkan a Rûsya û Sûriyê ya li ser başûrê Idlibê.
Halê hazir 23 jê li başûrê rêya M4'ê li Idlib û li bakurê Lazkiyê tevahî 70 cihên leşkerî yên Tirk hene. Tê texmînkirin hijmara leşkerên Tirk ên li herêmê ji 20 hezaran zêdetir e.
Li aliyekî ku li Eyn Îsa û Idlibê ev têne jiyîn, hikûmeta Şamê ku li bara dagirkeriya Tirk a li ser Sûriyê bêdeng e, li Qamişlo bi pey provakasyonan ketiye.
Fitîla provakasyona li Qamişloyê çeteyên bi navê Dîfayî Wetanî pêxist, ku hêmanên paramîlîter ên bi ser Şamê ve ne.
Çeteyên Dîfayî Wetenî ku piranî demên krîtîk û hesas dertên holê, li Nexweşxaneya Wetenî ku di bin kontrola wan de ye û li xaçerêka Balefirxaneya Qamişlo hin sivîl revandin.
Beriya vê revandinê jî dema ku endamê Hêza Ewlehiya Navxwe li nêzî taxa ku di bin kontrola çeteyan de êrîşeke biguman çû ser.
Li ser vê Hêzên Ewlehiya Navxwe jî hin hêmanên hikûmeta Sûriyê û hin endamên avaniya paramîlîter a navborî destgîr kirin.
Li bajêr ku ev heftiyeke rageşî zêde ye, ji bo ku tansiyon were kêmkirin bi navbeynkariya Rûsya her çendî hevdîtin didomin jî hê encam nehatine standin.
Tê dîtin, rageşiya 'bikontrol' a ku Rûsyayê ji serê 2021'ê ve sazkar kiriye rojên pêş wê zêdetir bibe.
Pirseke mezin e bê ka Rûsya ya ku li şûna çareyeke destûrî, siyasî, mayinde li ser tayekî cambaziyê dike wê çendî bikaribe vê 'rageşiya bikontrol' kontrol bike...