Dewleta Tirk bombeyan li baregeha Rûsyayê dibarîne, Rûs bêdeng in!

Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li derdora baregeha Rûs a li Til Temirê dibarîne. Yekîneyên leşkerî yên Rûs bi ti awayî bersivê nadin.

Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi giranî dewam dikin.

Di daxuyaniya Meclîsa Leşkerî de hate gotin, "Îro (6'ê Çileya 2021) ji serê sibehê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundên Til Temirê dibarînin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gundên Dildara û Fekayê bi giranî hatin bombekirin. Her wiha çeteyên dagirker bombe li derdora baregeha Rûs jî barandin. Tevî vê yekê jî Rûs hîn bêdeng in."