Şêniyên Efrînê: Divê em êşa xwe veguherînin tolhildana ji dagirkeran

"Me li pey xwe tim li Efrînê dinêrî; mij û dûman bi ser Efrînê diketin. Li gel wê agir bi dil û kezeba me jî dike. Ji bo em bajarê xwe ji çeteyan bigirin divê em bi hêz bin û êşa xwe veguherînin tolhildana ji dagirkeran."

Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk a dagirker bi balafiran dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin. Ji hingî ve şêniyên Efrînê koçber in, bi hesreta vegera li warê xwe ne.

Tevî topbaran û bombeyên balafirên şer gelê Efrînê biryar da ku dev ji bajarê xwe bernedin û li ber xwe bidin. Gel 58 rojan tevî li hemberî her cûre êrîş û bomberdûmanan li ber xwe da.

Piştî berxwedana bi heybet a 58 rojan gel neçar ma ku koçî Herêma Şehbayê bike. Li herêma Şehbayê jî tevî şertên giran ên jiyanê û êrîşan gelê Efrînê dev ji berxwedan û soza xwe ya têkoşînê berneda.

Bi nêzbûna salvegera 3'emîn a dagirkirina Efrînê, şêniyên Efrînê yên li kampa Berxwedan a herêma Şehbayê ji ANF'ê re axivîn.

'ÊŞA HERÎ MEZIN EW E KU BAJARÊ ME LI BER ÇAVÊN ME WÊRAN DIBE'

Ji gundê Qijûma ya Cindirês a Efrînê Şîndar Mûstefa got: "Ev 3 sal in em li Kampa Berxwedan e. Berî niha bi 3 salan dema em li Efrînê bûn, balafiran bombe li me barandin. Piştî berxwedana 2 mehan em li Çiyayê Lêlûn ê Efrînê re bi meşê derketin. Êşa herî mezin ew e ku mirov ji neçarî li wêranbûna warê xwe binere. Ew kêlî pir bi êş bûn. Hêviya me heye em di sala nû de vegerin Efrînê."

'ÊŞA XWE VEGUHERÎNIN TOLHILDANA JI DAGIRKERAN'

Jı gundê Şîtka jî Fîdan Xelîl axivî û ev tişt anî ziman: "20'ê Çileya 2018'an dewleta Tirk a dagirker bi 72 balafiran êrîşî Efrînê û gelê wê kir. Em ji neçarî ji ber tank û topên dewleta Tirk a dagirker ji gundê xwe derketin û hatin navenda Efrînê. Lê li vir jî topbaran kirin. Ji neçarî piştî berxwedana 58 rojan em bi meşê bi êşeke giran ji Efrînê derketin. Me li pey xwe tim li Efrînê dinêrî; mij û dûman bi ser Efrînê diketin. Li gel wê agir bi dil û kezeba me jî dike. Ji bo em bajarê xwe ji çeteyan bigirin divê em bi hêz bin û êşa xwe veguherînin tolhildana ji dagirkeran."