Li Efrînê di sê salan de 674 kesên sivîl hatin kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku ji sala 2018’an dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrînê dagir kirine, heta niha 674 kesên sivîl hatine kuştin û 7343 sivîl jî hatine revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efîrnê îro bi daxuyaniyekê bilançoya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên kantona Efrînê ji destpêka dagirkirina bajêr ve, eşkere kir.

Rêxistinê daxuyanî li pêşiya navenda xwe ya li kampa Serdema ya kantona Şehbayê, da û tê de eşkere kir ku piştî koçberkirina zêdetirî 300 hezar kes ji şêniyên Efrînê yên resen, 400 hezar kesên ji herêmên şer ên Sûriyeyê li gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin.

NAVÊ QADAN HATIN GUHERTIN

Rêxistinê îşaret bi guhertina demografiya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve ya bi rêya guhertina navên gundan, cihên sereke li bajêr, kir. Rêxistinê diyar kir ku navê Qada “Azadî” veguheriya Qada Ataturk, çerxerêya “Newroz” bûye çerxerêya Selaheddîn, çerxerêya Wetenî bûye çerxerêya 18`ê Adarê û çerxerêya Kawayê Hesnikar jî bûye çerxerêya Çiqila Zeytûnê.

Rêxistinê wiha domand: “Di çarçoveya guhertina navên gundan de, dagirkeriya Tirk navê gundê Qestel Miqdad veguherand Silcûq Obasî, gundê Kotana veguherand Zafir Obasî û gundê Kurzêlê veguherand Cefer Obasî.”

Rêxistinê anî ziman ku di çarçoveya guhartina demografiyê de, dagirkeriya Tirk şêniyên Sûriyeyê neçar kirine ku nasnameyên Tirkî derbixin.

Rêxistina Mafên Mirovan teqez kir ku di nava sê salên ji dagirkeriyê, 7 hezar û 343 sivîl hatin revandin û çarenûsa piraniya wan hîna ne diyar e, her wiha sivîlên Kurd jî her tim têne revandin û li hemberî berdana wan, pere dixwazin.

DI 3 SALAN DE 82 KES BI ÊŞKENCEYÊ HATIN KUŞTIN

Rêxistinê destnîşan kir ku di nava sê salan de, 604 sivîl hatin kuştin, ji wan 498 sivîl bi topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û 82 kes jî di bin êşkenceyê de hatin kuştin.

Rêxistinê diyar kir ku 70 jin hatin kuştin, ji wan 5 bûyerên xwekuştin û 68 jin jî destdirêjî li ser wan hate kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bilêv kir ku 696 sivîl jî di encama topbarana hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê birîndar bûn, ji wan 303 zarok in û 213 jî jin birîndar bûn. Di heman demê de, ji ber mayîn û erebeyên teqemeniyê jî 207 kes birîndar bûn.

BI SED HEZARAN DARÊN ZEYTÛNAN HATIN BIRÎN

Rêxistinê piştrast kir ku zêdetirî 314 hezar û 400 darên zeytûnê û darên din da ku bazirganiya êzingan pê bikin, hatin birîn û zêdetirî 11 hezar darên zeytûnê û darên din û 11 hêktar ji erdên çandinyê hatin şewtandin.

Der barê cihên dîrokî rêxistinê gorî Midûriyeta Şûnwarî ya Efrînê diyar kir ku li herêma Efrînê zêdetirî 75 girên dîrokî hene, her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hemû girên şûnwarî kolandine.

Rêxistinê ku agahiyê xwe dispêre Midûriyeta Şûnwarî ya Efrînê ragihand ku zêdetirî 28 cihên dîrokî û depo, 15 cihên olî hatin wêrankirin. Li aliyekî din gelek goristan hatin rûxandin û li şûnê sûka dewaran vekirin.

Rêxistinê piştrast kir ku dagirkeriya Tirk xeta tirênê ya navbera Meydan Ekbes a li navçeya Reco û El-Mare ya li navçeya Kefer Cenê û Qetmê ya li navçeya Şera vekir û firotin bazirganên Ezazê.

BÎLANÇOYA 2020'AN

Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê bîlançoya sûcan di sala 2020'an de eşkere kir û piştrast kir ku 58 kes di nav de 8 jin hatine kuştin û 987 kes di nav de 92 jin hatine revandin.

Li gorî rêxistinê, 50 cihên dîrokî hatin talankirin û wêrankirin. Her wiha di encama vekirina rêya navbera navçeya Cindirêsê û Hatay zêdetirî 72 hezar darên zeytûnan hatin birîn û bi hezaran jî hatin hilkirin.

Li gorî rêxistinê, nêzî 250 mal hatin desteserkirin û 39 teqîn pêk hatin di encamê de zêdetirî 170 kesî birîndar bûn û hatin kuştin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên navnetewî yên hiqûqî û mirovahî, di serî rêxistinên Neteweyî Yekbûyî, Rêxistina Mafên Mirovan, UNICEF û UNESCO kirin ku erka xwe ya exlaqî û mirovahî bi cih bînin.

Her wiha rêxistinê bang li wan kir ku zext li Tirkiyeyê bike da ku hemû hêzên xwe ji axa Sûriyeyê vekşîne û rê li ber koçberan re vekin da ku vegerin malên xwe. Her wiha bang lu rêxistinên hiqûqî û mirovahî û dezgehên çapemeniyê kir ku bikevin herêma Efrîn û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan belge bikin.