Li Reqayê dewleta Tirk hate protestokirin

Li Reqayê bi çalakiyeke ku ji aliyê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ve hatî organîzekirin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin û peyama “Em li gel QSD’ê ne” dan.

Li Reqayê bi çalakiyekê dewleta Tirk hate protestokirin. Çalakiya ku ji aliyê Partiya Pêşerojê ya Suriyeyê ve hatî organîzekirin li ber Mala Gel destpê kir.

Gelê ku flamayên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê hilgirtîn, li ser hev dirûşmeyên ji bo şermezarkirina dewleta Tirk berz kirin.

Li ber deriyê ketina bajarokê Tişrînê meş veguherî mîtîngê. Di mitîngê de bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Edhem El Selom, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehe El Hisên û bi navê Meclîsa Gel a Tişrînê Hevseroka Meclîsê Rîham Mihemed axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku pêwîste gelên herêmê piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li hemberî êrîşên dewleta Tirk bikin.

Her wiha axaftvanan piştrast kir ku gelên herêmê wê proje û axa xwe li hemberî her dagirkeriyekê biparêzin û ew dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve qebûl nakin.

Axaftvanan balkişandin li ser girîngiya diyaloga Sûriye û destnîşan kirin ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogê û avakirina sîstemeke pirrengî û ne navendî wê pêk were.