Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Ehmed şehîd bû

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rgaihand ku endamê wan Beşar Ehmed di encama qezaya trafîkê de şehîd bû.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

"Endamê hêzên me ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beşar Nayif Ehmed 2'ê Çileya 2021'ê dema li ser erka xwe ya parastina ewlehiya welatiyan bû, di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd Beşar re dixwazin, bejna xwe li hemeberî keda şehîdên leheng ditewînin. Em teqez dikin ku em li ser xeta şehîdên xwe dimeşin û xebatên xwe yên bi armanca parastina destketiyên gelê xwe û ewlehiya wê didomînin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Beşar Ehmed
Navê bav: Nayif
Navê dê: Ferîda
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hilko 20/01/1996
Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 26/03/2016
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 2/01/2021"