Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Hewldana êrîşa çeteyan hate şikandin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kirin ku wan hewldana êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundê Hoşeriyê ya bakûrê bajar şikandine.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kirin ku wan hewldana êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundê Hoşeriyê ya bakûrê bajar şikandine.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, hate diyarkirin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk hewl dane ku êrîşî navendek a şervanên Meclîsa Leşkerî ya li gundê Hoşeriyê bikin, bi bersivdayîna şervana hewldana êrîşê hate şikandin.