Îdîaya 'Êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Sûriyeyê'

Hate ragihandin ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê piştî êrişeke ji Îsraîlê hate kirin, ketiye nava liv û tevgerê.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fermî Sanayê, Îsraîlê êrişeke hewayî li dijî Sûriyeyê pêk anî. Hate ragihandin ku piştî vê êrişa danê êvarê, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê çalak bûye.

Di nûçeya Sanayê de hate ragihandin ku êriş li başûrê welêt pêk hatiye û ti xisar nedaye. Li gorî nûçeyê, sîstema parastinê bersiva êrişê daye.