Dewleta Tirk êriş bir ser navenda elektrîkê ya Til Temirê

Dewleta Tirk a dagirker li Til Temirê êriş bir ser navenda elektrîkê û xisar lê kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji serê sibehê ve bombeyan li gundên Til Temirê dibarîne.

Li gorî dema herêmê saet di 11:30'î de bombe li stasyona elektrîkê ya navçeyê barand. Ji ber ku xisar li stasyonê bû, elektrîka li navçeyê qut bû. Stasyona elektrîkê li nêzî baregeha Rûs e.

Dewleta Tirk li gorî dema herêmê saet di 10:00 de gundê El Feqayê, saet di 04:00 de jî gundê Dildarayê bombe kiribû.

Serê sibehê jî bombe li baregeha Rûs barandibû ku li bakur rojavayê bajêr li ser rêya Til Temir-Zirgan-Serêkaniyê ye.