Li Şehbayê ji bo Şehîd Dîdar Ocalan merasîm hate lidarxistin

Merasîma Şehîd Dîdar Ocalan li gundê Til Sûsinê ya Herêma Şehbayê bi tevlîbûna gelê li herêmê hate çêkirin.

Bi sedan şênî li Gundê Til Sûsin a Şehbayê kom bûn û ji bo Şehîd Dîdar Ocalan ê ku li Avaşînê şehîd bûbû merasîmek lidar xistin. Mersaîmê bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştî wê ji aliyê endamên sazî û meclîsan ve axaftin hate kirin.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xedîce Elo, li ser navê Kongra Star Sûreye Mustefa û li ser navê Rêveberiya Meclîsa Kantona Efrînê Newroz Efrîn axaftin hate kirin.

Axaftvanan di axaftinan xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û siyaseta PDK’ê ya dijminane şermezar kirin.