Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê dom dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê bi armanca destekdayîna berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’î û PAJK’ê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin, dom dike.

Çalaliyên greva birçîbûnê duh li Kobanê bi beşdariya 30 endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan destpê kir. Wê çalakî heta 9’ê vê mehê bidome. Ew çalakî ji bo piştgiriya girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de yên ku 39 rojan in dest bi greva birçîbûnê ya bi diruşma "Dem dema azadiyê ye" û bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kiriye.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê kona greva birçîbûnê li Qada Şehîd Egîd bi diruşma"Em di dema azadiyê de ne, êdî ji tecrîdê re bes e; ji Rêber Apo re azadî", veda.

Di roja duyemîn de, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Qada Jina Azad kom bûn û bi meşekê ber bi Qada Şehîd Egîd ve çû û serdana konê çalakiyê kir. Ciwanên diruşma "Em ê bi ruhê berxwedana girtîgehan komployê têk bibin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn" berz kirin.

Piştî ciwanan gihaştin bin kon, berdevkê Meclîla Ciwanên PYD’ê ya herêma Firatê daxuyaniyek bi navê ciwanên şoreşger xwend û tê de wiha hate gotin:

"Hê jî dewleta Tirk a faşîst bi êrişên xwe yên li dijî herêmên kurdan û dagirkirina wan, tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike. Dewleta Tirk bi dagirkirinê tenê nekir, lê belê siyasetên bi armanca şikandina vîna gelan pêk tîne. Ew jî bi rêya girtina parlamenter û sivîlên Kurd e.

Bi zêdekirina girtina azadîxwazên Kurd ji hêla dewleta Tirk ve, asta têkoşînê ya girtiyan bilind bû û dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev berxwedana leheng xwe dispêre berxwedana Rêber Apo, berxwedana şehîd Mezlûm Dogan û hevrêyên wî.

Em ji kelha berxwedanê Kobanê, berxwedana qehremanên greva birçîbûnê ya di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de silav dikin û em ciwanên PYD’ê li rex berxwedana we ne û bang li tevahî çînên civakê dikin ku tevlî berxwedan bibin û li dijî sûcên dewleta Tirk tê bikoşin."

Piştî wê, Meclîsa navçeya Qenayê ya rojavayê Kobanê serdana konê greva birçîbûnê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Navçeyê Sûad Eldemir axivî û rola grevên birçîbûnên yên di girtîgehên dewleta Tirk de silav kir û da zanîn ku ew ji bo piştgiriya wan li bin konê greva birçîbûnê ne.

Sûad Eldemir di dawiyê de piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker nikare vîna wan a bi saya qurbaniyên şehîdan bi dest xistine, di serî de jî şehîd Mezlûm Doxan û hevrêyên wî, têk bibe.