Greva birçîbûnê ya li Kobanê: Jiyan bêyî Rêbertî nabe

Greva birçîbûnê ya li Kobanê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, bi serdanan dewam dike.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê, ku li qada Şehîd Egîd a Kantona Kobanê bi beşdariya 30 kesî dest pê kir, 3 roj in bi dorvegerî dewam dike.

Endamên Navenda Çandê ya Baqî Xido, Tevgera Kevana Zêrîn, Desteya Zîreetê, Meclîsa Leşkerî, Asayîş û Nexweşxaneya Leşkerî serdana çalakgeran kirin.

'JIYAN BÊYÎ RÊBERTÎ NABE'

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, ji Tevgera Kevana Zêrî Zêrîn Gulçîn Hiso axivî û çalakiya girtiyan silav kir.

Bi dewamî got, "Her der wê bibe qada berxwedanê. Bi saya Rêber Apo em îro bi çand, zimanê xwe û kevneşopiya xwe dijîn. Me çanda xwe ji nû ve zindî kirin. Bi navê Tevgera Kevana Zêrîn em dikarin tî û birçî bimînin, lê belê jiyan bê Rêbertî nabe."