ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk gundên Efrînê û Şehbayê bombe dike
Dewleta Trk a dagirker gelek gundên Efrînê û Şehbayê bombe kir. -
Dewleta Tirk a dagirker ji 3 baskan ve bombeyan li Eyn Îsayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete, bi topan bombardûmaneke giran li Eyn Îsayê û rêya bejahî ya M4 dikin. -
Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn spartin axê
Cenazeyê Elî El Ebid û Mihemed El Hilû yên şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li ser erka xwe şehîd bûbûn, bi merasîmekê spartin axê. -
Ciwanên Hesekê bi çalakiya kon piştgirî dan berxwedêrên zindanan
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi çalakiyekê xwedî li berxwedêrên li zîndanan ên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê, derketin. -
Nasnameya 4 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin eşkerekirin
Nasnameya 4 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Dêra Zorê dema li ser erka xwe bûn di dîrokên navbera 7-9’ê Çileyê de, şehîd bûbûn, hatin eşkerekirin. -
Cenazeyê şehîd Hanî El Neîme spartin axê
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hanî El Neîm ê li Kampa Holê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê. -
Êrîşên dewleta Tirk li Reqa û Dêra Zor protesto kirin
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqa û Dêra Zor protesto kirin. -
Li Dêra Zorê sivîlek hate qetilkirin
Li bajarokê Şihêl a dikeve rojhilatê Dêra Zorê welatiyek sivîl ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin. -
Rûspiyê eşîra El Igêdatê û kurê wî hatin kuştin
Li gundê Hewaic Zêbanê yê li rojhilatê Dêra Zorê, rûspiyekî eşîra El Igêdatê û kurê wî hatin kuştin. -
Artêşa Tirk çekê dide zarokan û wan tevlî nav komên çeteyan dike
Artêşa Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî ya ku hatiye dagirkirin, perwerdehiya leşkerî dide zarokan û ji bo tevlêbûna nav komên çeteyan wan amade dike. -
Li Minbicê çalakiya kon dom dike
Nûnerên sazî û komîte yên li bajêr piştgirî dan çalakiya kon a ku Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê li dar xistibû. -
Ji bo şervanê YPG’ê yê li Helebê şehîd bûbû merasîmeke girseyî hate lidarxistin
Şervanê YPG’ê Hêmin Îhsanî di serê meha Çileyê de li Helebê şehîd bûbû. Li Dêrikê ji bo şehîd Hêmin Îhsanî merasîmeke cenaze hate lidarxistin. -
YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir ku di demên cuda de li Helebê şehîd bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo pêkanîna xewn û xeyalên wan, em ê biryardarî heta dawiyê têbikoşin." -
Di nava 10 rojên dawî de 18 kes li Efrînê û Girê Spî hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete li Efrîn û Girê Spî, deh rojên dawî herî kêm 18 sivîl revandin. -
Parzûngehên petrolê yên li Babê hatin bombekirin
Bi balafirên bêmirov ên biçek, parzûngehên petrolê yên li bajarokê Terhînê yê Babê hatin bombekirin. -
Li Reqayê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li navçeya El Reşîd a li rojavayê Reqayê dewleta Tirk hate protestokirin û QSD hate silavkirin. -
Dewleta Tirk derdorî Eyn Îsa bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh şev derdorî Eyn Îsa, Rêya M4 û gundê Mişêrfê bi dijwarî bombe kirin. -
Li Cindirêsê teqînek pêk hat
Li gundê Kefer Sefrê ya navçeya Cindirês a Efrînê wesayîteke bombebarkirî teqiya. -
Dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Til Temirê dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li gundê Derdara yê navçeya Til Temirê dibarîne. -
Dewleta Tirk li Til Temirê sivîlek birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker bi topan êriş bir ser gundekî Til Temirê. Di encamê de sivîlek birîndar bû. -
Şopa Sara ya li Rojava: Kurdistana azad û jin a azad
Îro li Rojava bi deh hezaran jin li ser şopa Sara ne. Yek ji jinên ku Sara nas kir, Diya Ciwan e. Diya Ciwan dibêje, "Min di çavên wê de Kurdistana azad, jin a azad didît." -
Greva birçîbûnê ya li Kobanê di roja 5'an de didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo piştevanîkirina bi girtiyên siyasî re dabûn destpêkirin di roja 5'an de didome. -
Cenazeyê 4 şehîdan li Reqayê hate veşartin
Bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şehîd Sêvdar a li bajarokê Cidêdat a Reqayê, cenazeyê 4 şehîdan spastin axê. -
Şehîd Omer Ridvan Ecan bi merasîmek girseyî hate veşartin
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Omer Ridvan Ecan, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê. -
Hêzên hikûmeta Şamê li Qamişlo ciwanek birîndar kir
Hêzên Dîfa Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê li Qamişlo ciwanê bi navê Basil Xidir birîndar kir.