HRE: Hevrêyê me Gîvara Efrîn şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Gîvara Efrîn di 2'ê Çileyê de şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Gîvara Efrîn şehîd bûye.

Daxuyaniya HRE'yê wiha ye:

"2'ê Çileyê hevrêyê me Gîvara Efrîn, di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de gihîşt şehadetê.

Hevrê Gîvara Efrîn, li Efrînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di têkoşîna me ya dijî dagirkeriyê de heta kêliya dawî cihê xwe girt û bû şervanekî rûmetê. Hevrê Gîvara, bi şoreşa azadî û demokrasiya gelan bi azwerî û dilsoziyeke mezin bawer kir, li hember her cûre paşverûtiyê bi biryardarî sekinî û tev li karwanê şehîdan bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Gîvara Efrîn
Nav û Paşnav: Bîlal Hemkawî
Navê Dayikê: Necah
Navê Bav: Cemal
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê, 2 Çile 2021

Em di şexsê hevrê Gîvara de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."