Gelê Minbîcê şehîdê xwe veşart

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê Îbrahîm Xelîl û Cemal Elo bi merasîmekê li li goristana şehîdan hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbic û gundewarê wê cenazeyê şervanên Hêzên Taybet ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Xelîl (Doxan) û şehîd Cemal Elo (Dilovan Minbic) yên ku di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsa şehîd bibûn,  ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdan ve çûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên Hêzên Taybet dest pê kir. Piştre ji fermandariyên Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Ebû Casim El-Reqawî axivî û îşaret bi êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Ebû Casim anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên wan ji ber bêdengiya navneteweyî û Rûsyayê ye û got: "Ji wan heye ku dikarin bi van êrişan vîna me bişkîne."

Paşê Hevserokê Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîi Izedîn axivî û got: "Nameya şehîdên me ji dijminê dagirker re diyar e, yan em ê bi rûmet bijîn û projeya xwe pêk bînin yan jî mirineke bi rûmet."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo axivî û destnîşan kir ku ew ê li dijî dagirkeriyê û êrişên artêşa Tirk ên ku hewldana berfirehkirina dagirkirina ji xaka Sûriyê re dike, li ber xwe bidin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Cemîla Îbrahîm nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.