Dagirkeran bombe li gundên Til Temirê û baregeha Rûs barandin

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên El Feqa û Dildara yên Til Temirê û baregeha Rûs barandin.

Bombardûmanê li gorî dema herêmê saet di 10:00 de li ser gundê El Feqayê dest pê kir.

Hate ragihandin ku topên hawanê ji gundê Mahmûdiyê hatin avêtin ku dagirker lê ne.

Li gorî ANHA'yê, herî kêm 5 topên hawanê li gundê Feqayê ketin.

Di heman demê de êirşên li ser gundê Dildara yê li bakurê Til Temirê jî dewam dikir. Êrişa li ser gundê Dildarayê li gorî dema herêmê saet di 04:00 de dest pê kir.

Her wiha baregeha Rûs a li ser rêya Til Temir-Zirgan-Serêkaniyê ye ku bi du kîlometreyan li bakur rojavayê bajêr e, li gorî dema herêmê saet di 10:00 de hate bombekirin.

Hate ragihandin ku hêzên Rûs hîn bersiva êrişan nedane.