Li Şehbayê cenazeyê şehîd Gîvara Efrîn hate veşartin

Li Şehbayê bi tevlîbûna bi sedan kesan şehîd Gîvara Efrîn hate veşartin.

Bi sedan ji gelê Efrîn û Şehbayê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn ya Fafînê kom bûn. Ji bo tevlî veşartina cenazeyê Şehîd Gîvara Efrîn bibin, ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Eherzê ve meşiyan.

Li goristana şehîdan piştî deqeyek rêzgirtin li ser rihê cangoriyên azadiyê hin axaftin ji aliyê sazî û meclîsan ve hate kirin. Li ser navê meclîsa malbata şehîdan Hesen Birko, li ser navê rêveberiya xweser Erêf Şêxo û li ser navê meclîsa jina azad ya Şehba Şukriyê Hesen axivîn. Axaftvanan di destpêka axaftina xwe de hemû şehîd bi bîranîn û sersaxî ji malbata şehîdan re xwestin.

Axaftvanan diyar kirin ku şehîd soza ku daye gelê xwe heta nefesa dawî pêkanîn û divê em jî layiqî van şehîdan bin. Axaftvana gotin “Ji ber ku li her bajarekî me goristaneke şehîdan li kêleka wê heye. Serkeftina herî mezin wê azadiya rêber Apo û azadkirina Efrînê be.”

Piştî wê wesîqeya şehîd ji aliya endama komîteya perwerdehiya civaka demoqratîk Zêneb Ebdo ve hate xwendin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi tilîlîyên dayikan û bi sloganan veşartin.