Artêşa Tirk çekê dide zarokan û wan tevlî nav komên çeteyan dike

Artêşa Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî ya ku hatiye dagirkirin, perwerdehiya leşkerî dide zarokan û ji bo tevlêbûna nav komên çeteyan wan amade dike.

Dewleta Tirk a ku li Sûriyeyê gelek sûc kiriye, vê carê jî li Serêkaniyê û Girê Spî ya ku hatiye dagirkirin, li ser navê ‘îmhakirina mayînan’ perwerdehiya şer dide zarokên temenê wan biniya 18 salî.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk sûcê şer dike. Cûma got ku, “Berê jî derketibû holê ku xebatên wisa yên dewleta Tirk heye. Li Efrînê dema ku di navbera çeteyan de şer çêbûbû, zarokekî kincên leşkeran lê miribû. Dewleta Tirk van zarokan di şer de bi kar tîne. Di nav çeteyên dewleta Tirk de zarok jî hene. Zarokên ji Sûriyeyê perwerde dikin û wan dişînin welatên wekî Lîbyayê.”

Cûma diyar kir ku wekî ku di wêne de jî tê dîtin leşkerên Tirk perwerdehiya mayîn û bombeyan dide zarokên 5-15 salî û got, “Dewleta Tirk li ser axa Sûriyeyê hêzeke dagirker . Ji ber van xebatên xwe divê hesap jê were pirsîn. Divê heyeteke navneteweyî biçe van qadên hatine dagirkirin û derbarê rewşa zarokan daxuyaniyekê bidin. Divê saziyên mafên mirovan û saziyên hiqûqê jî peywira xwe bi cih bînin.”

Di meclîsa fermî ya Tirkiyeyê de jî hatibû rojevê ku dewleta Tirk li Sûriyeyê çekê di destê zarokan û wan dişîne şer. Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê Têkiliyên Derve yê CHP’ê Unal Çevîkoz di 25’ê Mijdarê de di Desteya Giştî de diyar kiribû ku artêşa Tirk li Sûriyeyê çekê dide destên zarokan û ji sedî 40’ê endamên Artêşa Millî ya Sûriyeyê ji zarokên temenê wan biniya 18 salî ne.