Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Rûspiyê eşîra El Igêdatê û kurê wî hatin kuştin

Li gundê Hewaic Zêbanê yê li rojhilatê Dêra Zorê, rûspiyekî eşîra El Igêdatê û kurê wî hatin kuştin.

Kesên nenas avêtin ser mala rûspiyê eşîra El Igêdatê Şêx Telyûş Elafî El Şetat. Di serdegirtinê de Şêx Telyûş Elafî El Şetat û kurê wî Mehmûd hatin qetilkirin.

Êriş li gundê Hewaic Zêbanê yê li rojhilatê Dêra Zorê qewimî û hate ragihandin ku Mehmûd ê hate kuştin, li şaxê Midûriyeta Elektrîkê ya Dêra Zorê wezîfedar bû.

'ÊRIŞ LI DIJÎ PÊKHATEYAN HEMÛYAN E'

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî komkujiyê da û ev peyam da: "Ev çalakiyên terorê li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemûyan e. Armanc ji van êrişan tevlîhevkirina herêmê ye, têkbirina jiyana hevpar û biratiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."