Ji bo şervanê YPG’ê yê li Helebê şehîd bûbû merasîmeke girseyî hate lidarxistin

Şervanê YPG’ê Hêmin Îhsanî di serê meha Çileyê de li Helebê şehîd bûbû. Li Dêrikê ji bo şehîd Hêmin Îhsanî merasîmeke cenaze hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Dêrikê ji bo veşartina şervanê YPG`ê Hêmin Îhsanî (Karwan Efrîn) ku di 2`yê Çileyê de li bajarê Helebê şehîd bûbû, berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Legê û gundên girêdayî wê, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn da ku beşdarî merasîma veşartina şehîd Hêmin bibin.

Piştî ku şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneyê girt, ber bi goristanê ve bi rê ketin. Li goristanê, yek ji fermandarên YPG’ê Mihêdîn Dêrikî wiha axivî: “Em ji hemû gelan re dibêjin ku bi îradeya xwe ya xurt û ruhê xwe yê fedayî ji bo parastina destkeftiyên şehîdên me, em ê di hemû eniyên şer de cihê xwe bigirin. Em soza xwe ji bo şehîd Karwan û hemû şehîdên azadiyê nû dikin, heta pêkanîna armancên wan em ê li ser şopa wan bin.”

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî Dilêr Koçer di şexsê şehîd Karwan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: “Bi xwîna şehîdên ku ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo biserxistina şoreşa Rojava hatin, em ê yekitiya kurdî ava bikin.”

Koçer wiha domand: “Serkeftina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi saya xeta sêyemîn a li gorî fikr û felsefeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan pêk hat.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, di nava tilîliyên dayikan de Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Piştî merasîmê cenazeyê şehîd Hêmin hate veşartin.