Şehîd Omer Ridvan Ecan bi merasîmek girseyî hate veşartin

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Omer Ridvan Ecan, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê.

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Omer Ridvan Ecan ji Nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwaneke girseyî ya wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a başûrê bajar ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destpê kir.

piştre endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Hemadî axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdên qehreman û dayikên şehîdan ditewînin. Em li hember dijminan mertal in û li ser rêça şehîdan in."

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Werde Ehmed jî wiha got: "Em gelê xwe yê ku ev ciwan anîne cîhanê û piştre tevlî karwanên şehîdan bûne, pîroz dikin. Ji ber van şehîdan rêgezên azadî û jiyana hevbeş hatene avakirin."

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El Maşî jî wiha diyar kir: "Ev welatê me ye, em ê bi hemû hêzên xwe, parastina wê bikin. Bi saya ciwanên me yên qehreman ên di eniyên şer de em ê azad bijîn."

El Maşî da zanîn ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira avakirina netewa demokratîk û biratiya gelan de canê xwe didin.

Di berdewama merasîmê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê serokê Nivîsgeha Kar û Barên Olan a Minbicê Elî Cimelî axivî û diyar kir ku şehîdan canê xwe di oxira rizgar kirina welat de, ji bo paqijkirina qirêjiya terorê û jiyanek azad, feda kirin.

Cimelî got ew bi ciwanên xwe yên şehîd serbilind in û wiha domand: "Me vîna xurt a li hember dagirkeran, ji şehîdan wergirtiye."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehadetê ya Omer Ridvan Ecan hate xwendin û radestî malbata wî kirin, piştre cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayikan û diruşmên silavkirina şehîdan de hate veşartin.