Li Minbicê çalakiya kon dom dike
Nûnerên sazî û komîte yên li bajêr piştgirî dan çalakiya kon a ku Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê li dar xistibû.
Nûnerên sazî û komîte yên li bajêr piştgirî dan çalakiya kon a ku Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê li dar xistibû.
Çalakiya konê protostokirinê ya bi dirûşmeya "Parastina welatê me soza me ye, na ji dagirkeriyê re, werin em bi hev re welatê xwe biparêzin" di roja duyemîn de, bi beşdariya bi dehan endamên Komîteya Perwerde, Komîteya Şaredariyan, Komîteya Çand û Hunerê û saziyên jinan berdewam dike.
Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Rewda Mihemed axivî û got ku ew di hemû qadên siyasî û daîreyan de sivîl xwe bi rê ve dibin û rê nadin tu kesî ku destwerdana kar û barên wan bikin.
Cîgirê Hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a li Minbicê Sacîde Ebdulkafî jî axivî û got ku dewleta Tirk herêman dagir dike û dixwaze xewna Osmaniyên nû zindî bike.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Mêrvet El Hemed jî axivî û got ku dewleta Tirk êrişî xaka Sûriyeyê dike ku civaka Sûriyeyê ji hev bixe, hevgirtina civakê xerab bike û vîna jina azad bişkîne.
Hate diyarkirin ku wê çalakiya kon 4 rojan berdewam bike.