Li Cindirêsê teqînek pêk hat

Li gundê Kefer Sefrê ya navçeya Cindirês a Efrînê wesayîteke bombebarkirî teqiya.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku îro di saetên nîvro de li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirês a Efrînê wesayîtek bombebarkirî hate teqandin.

Çavkaniyê diyar kir ku wesayît li çerxereya destpêka gund a li pêşiya şaredariyê ku niha navenda çeteyane hate teqandin.

Têkildarî teqîn û encamên wê ti agahiyek nehate bidestxistin.