YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir ku di demên cuda de li Helebê şehîd bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo pêkanîna xewn û xeyalên wan, em ê biryardarî heta dawiyê têbikoşin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, têkoşîna ku li hember hêzên paşverû û dagirker ên dijminên mirovahiyê hat meşandin, ji bo hemû gelên cîhanê bû mînakeke bêhempa. Di vê têkoşînê de qehremaniyên pir mezin û dîrokî derketin holê û bi hezaran keç û xortên vî welatî ji bo azadiya mirovahiyê xwe feda kir û ji bo paşeroja mirovahiyê bûn ronahî. Ev ronahî ku îro ji her demê zêdetir rêya me ronî dike di têkoşîna me ya li hemberî paşverûtî û dagirkeriyê de, moral û hêzeke pir mezin dide me. Em deyndarê wan şehîdên xwe yên leheng in û em ê ji bo ku xeyal û armanca wan pêk bê, heta dawiyê bi biryardariyeke mezin di nav têkoşînê de bin."

YPG'ê têkildarî şehîdan ev agahî parve kirin: "Sala 2014’an, êrişên çeteyên DAÎŞ'ê li hember gelê me di asteke bilind de bû. Li hember wan êrişan li her derê gelê me û şervanên me di nav têkoşînê de bûn. Li gundewarên Helebê, çeteyên DAÎŞ'ê bi hemû rêbazên dermirovî êriş û qetlîam li hember gelan didan meşandin û li hember vê jî berxwedaneke mezin derketibû holê. Hevrêyên me Ehmed El-Hesen, Ehmed Xidro, Şaban Îbrahîm, Elî El-Hilo, Mihemed Elî El-Bişar, Mustafa Mehmûd û Beşar Qasim di vê berxwedanê de gihaştin asta şehadetê.

Her wiha hevrêyê me Karwan Efrîn di 2' Çile 2021'ê de di encama qezayekê de gihaşt asta şehadetê. Em wan şêhîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Karwan Efrîn
Nav û Paşnav: Hemnî Îhsanî
Navê Dayikê: Hajer
Navê Bav: Kawa
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 02 Çile 2021

Nav û Paşnav: Ehmed Elhesen
Navê Dayikê: Nûriye
Navê Bav: Zekeriya
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Ehmed Xidro
Navê Dayikê: Melîha
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Şaban Îbrahîm
Navê Dayikê: Eyuş
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Elî Elhilo
Navê Dayikê: Behiye
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Mihemed Elî Elbişar
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Mustafa Mehmud
Navê Dayikê: Zeyno
Navê Bav: Welîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014

Nav û Paşnav: Beşar Qasim
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Heleb / 2014