Dewleta Tirk li Til Temirê sivîlek birîndar kir

Dewleta Tirk a dagirker bi topan êriş bir ser gundekî Til Temirê. Di encamê de sivîlek birîndar bû.

Dagirkeran êriş birin ser gundê Derdara yê li ser rêya Zirganê, ku li bakurê Til Temirê ye.

Ji ber topbaranê sivîlê bi navê Ehmed El Xidir birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn.

Li gorî dema herêmê heta saet 10:00 êrişa li ser Derdarayê dewam dikir.

Dewleta Tirk a dagirker tevî Eyn Îsayê êrişên xwe yên li ser Til Temirê jî giran kiriye. Roja 6'ê Çileyê êriş biribû ser navenda elektrîkê ya Til Temirê û xisar lê kiribû.