Ciwanên Hesekê bi çalakiya kon piştgirî dan berxwedêrên zindanan

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi çalakiyekê xwedî li berxwedêrên li zîndanan ên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê, derketin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca piştevanîkirina bi berxwedêrên zîndanan re ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê bi diruşmeya  "Bi ruhê berxwedana zindanan teqez em ê bi serkevin", li Hesekê çalakiya kon dan destpêkirin.

Konê çalakiyê ku li çerxerêya Dêra Asur a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hate vedan û ku wê 7 rojan dom bike bi wêneyên şehîdan , alên QSD, YPJ  û YPG'ê hate xemilandin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de bi dehan şêniyên Kantona Hesekê, endamên Meclîsa Jinan a Sûriyê, Kongreya Star, PYD'ê û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a Hesekê Avrîn Navdar axivî û ev tişt got: "Em ev çalakiya daye destpêkirin da ku piştgiriya berxwedana girtiyên di zindanên faşîzma dewleta Tirk de bikin û sûcên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin."

Navdar diyar kir ku girtiyan tevî binpêkirinên ku li dijî wan têne kirin, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedaneke bêhempa raber dikin.

Avrîn Navdar destnîşan kir ku ew ê çalakî û berxwedana xwe bidomînin ta rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî girtiyan.