Hêzên hikûmeta Şamê li Qamişlo ciwanek birîndar kir

Hêzên Dîfa Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê li Qamişlo ciwanê bi navê Basil Xidir birîndar kir.

Hêzên Dîfa Wetenî yên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê li taxa Helko ya bajarê Qamişloyê gule li ciwanê bi navê Basil Xidir Elî yê 27 reşand. Di encamê de Xidir ji lingê xwe yê çepê birîndar bû. Hêzên Aasyîşê, Basil Elî yê ji navçeya Til Hemîsê rakirin nexweşxaneyê Ferman, li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa wî baş e.Ev çend rojên piştî destgîrkirina hinek ciwanan a ji aliyê hêzên hikûmeta Şamê ve li bajarê Qamişloyê di navbera hêzên hikûkmeta Şamê û Hêzên Asayîşê de alozî rû didin.