Cenazeyê 4 şehîdan li Reqayê hate veşartin

Bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şehîd Sêvdar a li bajarokê Cidêdat a Reqayê, cenazeyê 4 şehîdan spastin axê.

Bi sedan şêniyên bajar û gudewarên Reqayê cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Eyan û Hemûd Şihab û şervanên QSD`ê Ebû Reşîd û Ebdulrehman Meter ên ku dema li ser erka xwe bûn, li gundê Hemrat ê rojhilatê Reqayê şehîd bûn, li Goristana Şehîdan Şehîd Sêvdar spartin axê.

Li goristana Şehîdan li ser giyanê şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Piştre li ser navê Partiya Pêşeroja Sûriyê endama partiyê Zuleyxa Ebdî û Hevserokê Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê Îvan Xelîl axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hatin xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de her 4 şehîd li Goristana Şehîdan a Şehîd Sêvdar hatin veşartin.