Greva birçîbûnê ya li Kobanê di roja 5'an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo piştevanîkirina bi girtiyên siyasî re dabûn destpêkirin di roja 5'an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca piştevanîkirina girtiyên siyasî yên ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 5’an de didome.

Konê çalakiyê ku li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê de hatiye vedan, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Leyla Guven û pankartên silavkirina berxwedana girtiyan hatiye xemildandin.

Ji saetên sibehê ve, endamên Hêzên Parastina Civakî, Komîteya Lihevanînê, Komîteya Dadê û şênî ji navçeya Sirînê, endamên TEV-DEM'ê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê çalakiya kon dewr girtin.

Hevserokê Meclîsa Şaredariya Sirînê Mistefa Muslim axivî û got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek e, ferq û cudahî di navbera Kurd û Ereb de nine. Em hemû piştgiriya pêngava greva birçîbûnê dikin heya tecrîda li ser rêbertî bi dawî bibe."

Piştre endamê Meclîsa Dadê ya herêma Firatê, Bekir Cerada jî got: "Rejîma Tirk hîna fikirê Osmanî yê Kevin diparêze. Ev yek di siyasetên wê yên faşîst de diyar dibe."

Bekir Cerade bang li gelê Kurd kir ku berxwedana xwe ya li hemberî faşîzma dewleta Tirk berdewam bikin.