Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn spartin axê

Cenazeyê Elî El Ebid û Mihemed El Hilû yên şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li ser erka xwe şehîd bûbûn, bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyê şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Ebid û Mihemed El-Hilû, yên ku dema li ser erka xwe bûn, şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir Hemada ya li herêma Ebû Xeşeb spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî destpê kir. Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Saib axivî, sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwestin û got: "Em di mercên dijwar re derbas dibin, madem dijmin destdirêjî welatê me dike, em ê şehîdan bidin û xak û gelê xwe biparêzin."

Saib soza şopandina rêya şehîdan da. Piştî axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyê şehîdan di nav tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd namirin" de spartin axê.