Li Dêra Zorê sivîlek hate qetilkirin

Li bajarokê Şihêl a dikeve rojhilatê Dêra Zorê welatiyek sivîl ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin.

Li bajarokê Şihêl ê dikeve rojhilatê Dêra Zorê kesên nenas li motorsîklêtekê siwar bûbûn, gule li ciwanê bi navê Mehmûd Mihemed El-Ayid reşandin. Êriş li ber nexweşxaneya Şihêl pêk hat.

Mehmûd El-Ayid ê ji gundê Ebû Herdûb di MeclÎsa Bajarokê Şihêl de hevserokê berê yê komînekê bû, di encama êrişê de hat qetilkirin.

Îro sibeha jî  kesên nenas bi ser mala rûspiyê qebîleya El-Igêdat a Dêrazorê şêx Telyûş Elafî El-Şetat de girt û ew tevî kurê wî Mehmûd kuştin. Bûyer li gundê Hewaic Zêban ê rojhilatê Dêrazorê pêk hat.