Êrîşên dewleta Tirk li Reqa û Dêra Zor protesto kirin

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqa û Dêra Zor protesto kirin.

Xwepêşandana Reqayê ji hêla Partiya Sûriya Pêşerojê ve li gundewarên bakur hate orgenîzekirin. Bi sedan şêniyên gundewarê bakurê Reqayê, saziyên sivîl û leşkerî, endamên şaxa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê û rûspyên eşîrên herêmê, beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji deriyê ketina bajarokê Kaltayê ber bi çerxerêya naverasta bajarokê ve destpê kir. Xwepêşandêran wêneyên şehîdan, alên QSD û Partiya Sûriya Pêşerojê û pankartên şermezarkirina dewleta Tirk hatin hildan û diruşmeyên "Terorîst Erdogan" hatin berzkirin.

Xwepêşandan li çerxerêya naverasta bajarokê rawestiyan û deqeyeke rêz hatin girtin.

Li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê cîgira meclîsa partiya ya gundewarên bakurê Reqayê Nesîba El-Hesen, li ser navê şêniyên Kalta serokê Mala Gel Îbrahîm El-Yasîn, her wiha li ser navê rûspyên eşîrên herêmê Ayd El-Mihêmîd axaftin hatin kirtin.

Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet navçeya Eyn Îsayê hatin şermezarkirin û piştgiriya bi QSD'ê re li hemberî êrîşan hate nîşndan.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê hate kirin ku li rex gelên herêmê bisekinin.

DÊRA ZOR

Li bajarokê Zêban ê rojhilatê Dêra Zorê jî bi dehan şênî, di nav de şêx û rûspiyên eşîrên herêmên bi xwepêşandanekê diyar kirin ku ew li kêleka QSD`ê ne û bi projeya netewa demokratîk ve girêdayî ne.

Xwepêşandêrên ku di kolanên bajarok re geriyan, bi rêya dirûşmeyên xwe piştrast kirin ku gelên herêmê qebûl nakin ku mêtînger û dagirker derbasî vê xaka pîroz bibin, her wiha piştrast kirin ku hemû eşîrên Dêra Zorê li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ne.

Xwepêşandan li çerxerêya bajarok veguherî mîtîngê, li wir ji eşîra El-Bûcamil ê ji qebîleya El-Igêdat, şêx Dehîm Xelîl El-Şiwêş axivî û teqez kir ku eşîrên Dêra Zorê girêdayî projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan ne û dê rê nedin dewleta Tirk an hêzên din ku aramiya herêmê têk bibin.

Şêx Xelîl El-Şiwêş bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bînin û dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsayê re bînin.

Piştre hevserokê Meclîsa Zêban, Ebdulwehab Xidir El-Hac bi navê şêniyan daxuyaniyek da û teqez kir ku şêniyên herêmê hemû rengên destwerdana li kar û barên herêmê red dikin, her wiha destnîşan kir ku tekane rê ji bo parastina destkeftiyên gelên herêmê, berxwedan e.

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi rêya piştgirîdayîna şaneyên veşartî ku bi dehan çalakiyên terorîst pêk anîn, hewl dide aramiya herêmê têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wekî eşîrên Dêra Zorê em teqez dikin ku em li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk in ku ji ciwanên me pêk tê. QSD`ê terora li herêmê tune kirin û bi hezaran şehîd da. Em li dijî her aliyekî ku hewl dide tevlîheviyê derxe û xizmeta ajandeyên derve bike, bisekinin."