Li Reqayê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin

Li navçeya El Reşîd a li rojavayê Reqayê dewleta Tirk hate protestokirin û QSD hate silavkirin.

Bi sedan şêniyên gundê El-Reşîd û endamên meclisên herêmî yên gundewarên rojavayê Reqayê û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li pêşiya Şaredariya Gel a li navrasta gund kom bûn. Beşdaran wêneyên şehîdan, alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hildan û bi berzkirina sloganan, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Di çalakiyê de bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê serokê partiyê şaxê gundewarên rojava Ehmed Ebdulbasit û bi navê meclisên gundewarên rojava hevserokê Meclisa Giştî ya xeta rojava Ebdulxefûr El-Dêf axivîn.

Axaftivanan êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û berxwedana QSD’ê ya ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û navçeya Eyn Îsayê bi taybet silav kir.

Axaftvanan piştrast kir ku her êrişek li dijî Eyn Îsayê, êrişek li dijî ewlehiya li herêmê ye û bêdengiya hêza garantor Rûsyayê şermezar kir ku ji destpêka êrişên li dijî Eyn Îsayê ve bêdeng e.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran berxwedana QSD û şehîdan silav kir .