Cenazeyê şehîd Hanî El Neîme spartin axê

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hanî El Neîm ê li Kampa Holê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Şêniyan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hanî El-Neîme ku 8`ê Çileyê li kampa Holê şehîd bûbû, ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan girtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya bakurê Hesekê.

Li goristanê, şervanên QSD, YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmeke leşkerî lidar xist. Piştre endamê MeclÎsa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewalê sersaxî da malbata şehîd û wiha axivî: "Şehîdan di oxira parastina xaka welat de, xwe feda kirin, bi saya wan şehîdan îro hemû pêkhateyên herêmê bûne yek."

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso jî soz da gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û malbatên şehîdan ku Wê armancên şehîdan pêk bînin.

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed wesîqeya şehîd Hanî El-Neîma xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.