Şopa Sara ya li Rojava: Kurdistana azad û jin a azad

Îro li Rojava bi deh hezaran jin li ser şopa Sara ne. Yek ji jinên ku Sara nas kir, Diya Ciwan e. Diya Ciwan dibêje, "Min di çavên wê de Kurdistana azad, jin a azad didît."

Şoreşger li rêyên ku tê re diçin şop û desa xwe dihêli... Sedsal jî biçin zor e ku şop û dewsa ku şoreşgeran hiştî jêbiçe û her demê hin kes didin pey wan şop û dewsan...

Sakîne Cansiz (Sara) jî ku 9'ê Çile ya 2013'an li Parîsê hatî qetilkirin yek ji wan şoreşgeran bû ku ji Zindana Amedê heta bi çiyayên Kurdistanê û Rojava û Ewropayê şopa xwe hiştî.

Sakîne Cansiz ku li çiyayên Kurdistanê dayî pey şopa Besêyan û her devera ku jê derbas bûyî ji bo şopdarên xwe dewsa xwe hiştî li Rojavayê Kurdistanê jî îro şopên wiha hişt ku bi deh hezaran jin didin pey.


SARA DEST LI JIYANA WAN JÎ DA

Ji ber ku Sara ya ku digot, ''Jiyana Min Tim Şer Bû'', digot, ''Li hev rasthtinên pêşî, hîskirinên pêşî..Hemû jî pir girîng in'' û her jiyana ku dest lê dayî şop li pey xwe dihişt.

Sara bi têkoşîn û jiyana xwe şopa xwe li ser jiyana Behzat Mihemed Smaîl û Dİya Ciwan (Sumeya Belto), yên ji gundê Til Cemal ên Dêrikê ne.

EMANEYA LI NAV DESMALEKÊ..

Piştî xebatên li Rojava 1992'an dema ku li ser rêya çiyê bûn, Sara ku li Dêrikê 9 roj û 9 şevan bû mêvanê Behzat Mihemed Smaîl û Diya Ciwan, dest li jiyana wan jî dabû.

Diya Ciwan weke ku emaneteke pîroz be ji nav destmalê wêneyên ku dema mêvantiya 9 roj û 9 şevan hatî girtin cara pêşî bi ANF'ê re par ve dike û dibêje,''Di çavên wê de min evîna li Kurdistana azad û jina azad dît.''

CARA PÊŞÎ YA HEVDÎTINA SARA

Apê Behzat ku dest bi behskirina wê mêvantiyê dike, dibêje, beriya niha jî gerîla dema ku diçûne çiyê gelek caran hatine mala wan.

Apê Behzat dibêje, 1992'an komeke xilbe ya gerîlayan ku piştî perwerdehiya li Akademiya Mahsûn Korkmaz ku hewl didan diçin çiyê hatine mala wan û dgot, ''Komeke ji 70-80 kesî pêk dihat. Di nav wan de heval Sara jî hebû.''

'ME HEVAL SARA JI BERXWEDANA WÊ YA LI ZINDANÊ JIXWE NAS DIKIR'

Lê, dibêje, ''Lê me Heval Sara jixwe beriya niha bi berxwedana li Zindana Amedê nas kiribû'' û wiha lê zêde dike: ''Cara pêşî bû ku rû bi rû me hev didît. Wê demê nexweşiyên wê yên giran hebûn.  Li zindanê êşkenceyên giran lê hatibû kirin û hê jî tesîra wan li ser hebû.''

Apê Behzat dibêje Sara ji ber ku Sara piranî bi Zazakî û wan jî ji bo ku bi Kurmancî zanîbû zêde nekarîne ku danûstandinê bikin û got, ''Nexweşiyên wê yên pir giran hebûn, diyar bû. Lê me fêhm kir ku ji hêla moralê ve pir dilsozê doza Kurdîtiyê û îdeolojiya wê bû.''

Apê Behzat piştî ku dibêje, ''9 roj û 9 şevan li cem me ma. Dema ku hatin em pir kêfxweş bûn, her wiha dema ku çûbûn jî em pir xemgîn bûbûn. Lê me fêhm dikir ku doza wan ev hewce dikir'' û wiha domand: ''Li Parîsê dema ku şehîd bûbûn me êşke pir giran dît. Lê tim baweriya me pê heye ku hevrêyên wê û dostên wê heta dawî wê doza wê rê ve bibin û serfiraz bikin.''

'EZ Ê TI CARAN WÎ WÊNEYÎ JI BÎR NEKIM'

Diya Ciwan jî dibêje, Sakîne Cansiz hê beriya ku were mala wan jî ji dûr ve pê zanîbûn û got, ''Sibehekê hê zû dema ku min heval Sara li mala me dît pir kêfa min hatibû.''

Diya Ciwan dibêje li gel zaravayên cihê jî hev xweş fêhm dikirin û got, ''Keçeke min heye, navê wê Fîdan e. Tim radihişte wê û li odê digeriya. Ew wêne tim li ber çavê min e û ez ê ti caran ji bîr nekim.''


'JIYANA HERÎ XWEŞ JIYANA KURDATIYA AZAD E'

Diya Ciwan derheqê civatên xwe yên bi Sakîne Cansiz re wiha dibêje: ''Rojekê min gotiyê, 'tu pir xweşi kî, çima te her tişt li pey xwe hişt û te ev jiyan zor û zehmet hiilbijart?', wê jî got, ''Jiyana herî xweş jiyana Kurdatiya azad e. Heta ku em azad nebin em ê ti jiyanê bi xweşikî qebûl nekin. Xweşikî bi wê pêkan e ku mirov li welatê xwe, li ser xaka xwe, li çiyayên xwe em bi azadî bijîn.''

'DI NAV ÇAVÊN WÊ DE MIN GIYANÊ BERXWEDANÊ DÎT'

Diya Ciwan ku gotî,''Bi jinitiya xwe van gotinan pir tesîr li ser min kir. Di çavên wê de min giyanê berxwedanê, evîna Kurdistana azad û jina azad didît'' û wiha domand: ''Ez careke dî sond dixwim ku em jin em ê bidin ser şopa wê. Dijmin dema ku Sara şehîd kirî jê weye ku bi ser ketiye. Niha bi deh hezaran jin li ser şopa Sara dimeşin.''