ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Meclisa Ciwanên PYDˊê, Yekitiya Jinên Ciwan, Kongreya Îslama Demokratîk û xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 3 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" li Efrînê 3 kesên din revandin. -
Dagirkeran li Efrînê arazî dan ber agir, 25 hezar dar şewitîn
Dewleta Tirk a dagirker û wêrankar li Efrînê araziyên gund da ber agir. Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 25 hezar dar şewitîn. -
Kongra Star nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê da
Meclîsa Kongra Star daxuyaniyek çapemeniyê da û bertekek tund nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê da. -
Xelkê Kobanê li dijî tecrîdê meşiya
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. -
HRE: Li Marê û Ezazê 10 dagirker hatin kuştin
HRE’yê ragihand ku wan li Marê û Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker du çalakiyên serdegirtinê lidar xistine û herî kêm 10 dagirker hatine kuştin. -
‘Cezayên nû nîşan didin ku ew ji fikrên Rêber Apo ditirsin’
Endamên Meclîsa Navçeya Şêran a Kobanê diyar kirin ku gel deyndarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin: “Divê tecrîda li Îmraliyê rabe, çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.” -
Gelê Hesekê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan
Li Hesekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekî girseyî hate şermezarkirin. -
Li Efrînê paqijiya etnîkî, revandin, xespkirin û bombebaran didome
Dewleta Tirk a dagirker a ku di 2018’an de Efrînê dagirker operasyona paqijkirina etnîkî, xespkirin, ji bo fîdyeyê mirovan direvîne û bombebaranê didomîne. -
Fermandarê Giştî yê QSD’ê: Em ji diyalogê re jî, ji berxwedanê re jî amade ne
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew ji bo çareseriyê bi her derdorê re alîgirê diyalogê ne û got: “Em sala li pêşiya xwe jî bi berxwedanê derbas bikin. Ez bawer dikim ku pêşveçûneke hîn xurttir çêbibe.” -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Xalid Cemal Hisên hate veşartin
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Xalid Cemal Hisên 20’ê vê mehê dema erka xwe bi cih dianî, li bajarê Amûdê şehîd bûbû. Cenazeyê şehîd li Dirbêsiyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Şêxên Kurd û Ereb bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hatin ba hev
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek şêxên Kurd û Ereb, bi rewşenbîr û bi endamên Fermandariya Giştî ya QSD û YPJ’ê re hatin ba hev. -
Çeteyan hewl da bikevin Minbicê, windahî dan û revîn
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ji bo ketina nav gundan, pûç kirin. Çeteyan windahî dan û neçar man birevin. -
15 zarok û 7 jinên DAÎŞ’î radestî Qirgizistanê hatin kirin
Şandeyek ji Komara Qirgizistanê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir. Di dawiya hevdîtinê de 15 zarok û 7 jinên DAÎŞ’î radestî şandeyê hatin kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker dar birîn
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê darên zeytûn û bahîvê birîn. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Xelkê Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. -
Artêşa Tirk a dagirker bombe barand: 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên girêdayî bajarê Til Rifet bombebaran kir û di encamê de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn. -
Jinan pirtûkên Abdullah Ocalan xwendin
Jinan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, çalakiya xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anîn. -
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 6 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 6 welatiyên din li Efrîna dagirkirî revandin. -
Dagirkeran êrîşî Efrîn-Şehbayê kir: Zirareke mezin gihişt mal û sewalan
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundên navçeya Til Rifet a Kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran kirin. Xelkê herêmê nerazîbûn nîşan da û gotin: “Em ji çeteyên dewleta Tirk natirsin, çi dike bila bike em ji herêma xwe dernakevin.” -
Çeteyan yek jê zarok, 9 welatî revandin
Li bajarokê Bilbil ê Efrînê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker 9 kes revandin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya 19’ê Tîrmehê
Li Qamişlo, Heleb û Kobanê bi wesîleya salvegera 12’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, şahî hat lidarxistin. -
Dîbo: Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi tevahî bêrol bihêle
Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Gel ê PYD'ê Sîhanok Dîbo der barê planên dewleta Tirk a dagirker de, got ku yekane hewldana dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi temamî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bêrol bihêle. -
‘Ala ku bi salan di malan de veşartî, vaye li her derê bilind bûye’
Ji şahidên şoreşa Rojava diyar kirin ku ev şoreş ji mîraseya berxwedaniya zindanan tê û gotin: “Ev şoreş xewn bû û ev xewin pêk hat. Vaye alên me li ser her baniyê li ba dibe û me xwe bi wê yekê re jî da îsbatkirin.” -
Rêveberiya Xweser: Em ê projeya demokratîk a 19’ê Tîrmehê bi ser bixînin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê projeya demokratîk bi ser bixînin.